Türkan Tosun
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
CENEVRE
Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyand ku li Iraqê hewcedariya ji 5 milyonan zêdetir zarokî bi alîkariya mirovî ya acil heye û ji serê salê vir va jî 152 zarok hatine kuştin.
Di rapora UNICEFê ya ku nû eşkere kir de hat gotin li Iraqê ji sala 2014an vir ve zarok di nav tundiyeke qet xilas nabe û feqîriyeke her ku diçe zêde dibe de asê mane.
Hat gotin ji serê salê vir va 152 zarok hatine kuştin, di nav sê salên dawîn de jî hezar û 75 zarok mirine. Di nav nîv heyama salê de 255, di nav sê salên dawîn de jî hezar û 130 zarok seqet mane an jî birîndar bûne.
- "Cihekî ku mirov biçe nema"
Rapora UNICEFê bi navê "Cihekî ku mirov biçe nema" va hat weşandin û wiha hat gotin: "Ji sala 2014an vir ve li Iraqê 4 hezar û 640 zarok ji malbatên xwe hatin veqetandin an jî bê refeqet man. 138 dibistan û 58 nexweşxane rastî êrîşê hat. Ji sê milyonan zêdetir zarok nikare bi rêk û pêk here dibistanê. 1,2 milyon zarok jî qet naçin dibistanê."
- "Zarok dibin şahidê tundiyê û ditirsin"
Nûnerê Iraqê yê UNICEFê Peter Hawkîns der barê raporê de wiha got: "Li giştiyê Iraqê zarok dibin şahidê tundiyê û ditirsin. Ew di yek ji şerê herî xedar a dîroka nêzîk de hatin kuştin, birîndar bûn, hatin revandin û zor bi wan hat kirin ku ew hinekan bikujin."