Dinya

Rûsyayê dîsa li Îdlibê xist

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê piştî 12 rojan Rûsyayê dîsa êrîşî cih û warên sivîlan kir

Türkan Tosun   | 11.09.2019
Rûsyayê dîsa li Îdlibê xist

İdlib

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê piştî 12 rojan Rûsyayê dîsa êrîşî cih û warên sivîlan kir, sivîlek hat kuştin.

Li gor mala çavdêriyê ya balafiran a muxalifên eskerî, balafirên şer ên Rûsyayê piştî 12 rojan êrîşî cih û warên sivîlan kirin.

Balafirên Rûsyayê li rojavayê bakurê Îdlibê gundên Dahir û Kefer Maresê yên li ser navçeya Derkuşê xistin.

Li gor agahiya rayedarên Parastina Sivîl a Îdlibê (Kumspî) di êrîşan da sivîlek hat kuştin.

Rejima Esed jî êrîşî navçeya Kefrenbîlê, bajaroka Cercenazê, gundên Has, Hazarîn, Rîkaya, Maar Şîmşe,Tel Mînnes, Maar Şîmarînê kir.

Ji mutabaqata ku di 17ê îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da jê 219 jin, 341 zarok hezar û 282 sivîl hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın