11 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Mihemed Elî el-Hekîm diyar kir ku ew talûkeya ku PKKya rêxistina terorê çêkiriye ferq dikin.
Hekîm li Qahireya paytextê Misrê li avahiya Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Ereban di civîna çapemeniyê da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hekîm diyar kir ku di mijara hebûna eskerên (Başîka) a li Iraqê da bi Tirkiyeyê ra hevdîtin tên kirin û wiha dewam kir, "Bi Tirkiyeyê ra di vê mijarê da em bi wezareta karên derva, wezareta parastinê û îstixbaratê ra hevdîtinan dikin. Tirkiye girîngî û hesasbûna herêmê dizane."
Hekîmê Wezîrê Iraqî li ser hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Iraqê jî sekinî û wiha got: Em haj bi wê talûkeyê hene ku PKKyê çêkiriye. Di vê mijarê da hewildanên me û Tirkan hene."