Haydar Şahin
03 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2020
Edouard Philippeyê Serokwezîrê Fransayê îstifaya hikûmetê pêşkêşî Emmanuel Macronê Serokomar kir.
Di daxuyaniya Qesra Elyseeyê ya nivîskî da hat diyarkirin ku Philippe îstifaya xwe ûYA hikûmeTê pêşkêşî Macron kir û îstifa hat qebûlkirin.
Li bendê ne ku di nav çend saetan da navê serokwezîrê teze û di nav çend rojan da jî kabîneya teze were eşkerekirin.
Li welatê ji ber pirsgirêkên civakî û aboriyî tevlihevî heye çend hefte bû li bendê bûn ku serokwezîr îstifa bike.