Ahmet Aydın
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku bi sedema ku "piştgiriya terorê dike" Pasdarên Îranê xistine nav lîsteya mueyyideyê de.
Trumpê ku li Qesra spî stratêjiya xwe ya nû li hemberî Îranê ragihand, derbarê Pasdarên Îranê de daxuyaniyên giring dan.
Trump got, "Weke gaveke derengmayî di warê cîbicîkirina sitartêjiyê de (li hember Îranê) em bi xistina Pasdarên Îranê bo nav lîsteya mueyyideyan dest pê dikin. Ez desthilatê didim Wezareta Xezîneyê da mueyyideyên pêşvetir deynin ser Pasdarên Îranê."Trump Pasdarên Îranê bi belavkirina terorê li rojhilata naverast tawanbar kir û got, "Di nava sucê wan de pirçekkirina dîktatorê li Sûriyeyê, bi mebesta êrîşa dijî sivîlên herêmê temînkirina çek ji bo wan unsûrên ku piştevaniya wan dikin û plana êrîşa teqînê li dijî restoranteke li Washington DCyê hene."
Tê çaverêkirin ku Wezareta Xezîneyê ya DYAyê derbarê pêvajoya muyyideya Pasdarê Îranê de daxuyaniyeke nivîskî belav bike.