Haydar Şahin
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
ROMA
Li Behra Sipî di operasyonên ku li perava Libyayê hatin kirin da 241ê wan zarok bi tevahî 606 penaber hatin xilaskirin.
Li gor xebera Raînews24 a kanala Îtalyayê, Aquarîusa keştiya SOS Mediterraneeya saziya civaka sivîl di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li peravê Libyayê da gelek penaberên ku di nav 36 saetan da hatin xilaskirin hilda û anî Palermoya bajarê li Girava Sicîlyayê ya Îtalyayê.
Hat ragihandin ku keştiyê di 7 operasyonan da 241ê wan zarok bi tevahî 606 penaber xilas kir û penaber zehf bêhal ketibûn, li ser hin penaberan jî rêça birînên sîlahan hebûn.
Valeria Calandraya rayedara Îtalyayê ya SOS Mediterraneeyê di daxuyaniya xwe da bal kişand ku qirîza mirovahiyê ya li Behra Sipî ber bi nerindiyê va diçe û wiha axivî: "Kesên ku ji ber tundiyê û tunebûna ewlehiyê ya li Libyayê direvin, ji ber ku alternatîfeke ewledar tune şansê xwe diceribînin ku ji behra dibe sedema mirinê derbas bibin."
Îtalya û Libyayê meha borî peyman çêkiribûn ku pêşî lê bibirin penaber ji Libyayê dernekevin û li ser vê saziyên civaka sivîl li hemberî vê peymanê derketibûn û rexne kiribûn.