Muhammet Kurşun
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî, der barê bûyerên li Kerkûkê de bangî Iraqê û raya giştî ya navneteweyî kir ku bêyî şer derkeve rewşa heyî were çareserkirin.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de rûdanên dawîn yên li Kerkûkê û deverên din ên di bin kontrola Pêşmerge de nirxandin.
Serokwezîrê Herêmê di destpêka daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:
"Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê Heyder El Îbadî, roja 10ê Çiriya Paşîna 2017an di civîneke çapemeniyê de tehdîda destpêkirina êrişên eskerî ji aliyê Artêş û Heşda Şebiyê li dijî Pêşmerge û Kurdistanê ragihand. Piştî vê daxuyaniyê, ev çend roj in bi armanca êrişkirina ser hêzên Pêşmerge berdewam hêzên zêdetir ên Heşda Şebiyê û Artêşa Iraqê li derdora şarê Mûsilê û heta Kerkûk û Xaneqînê tên komkirin."
Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji Ayetullah Seyid Elî Sîstanî, aliyên Iraqê, hemû saziyên sivîl û aştîxwaz, Emrîka, Yekîtiya Ewropa, dewletên endamên koalîsyona li dijî DEAŞê, dewletên di Encumena Asayişa Neteweyên Yekbûyî de endam in û dewletên cîran kir ku bi rola xwe ya bilez rabin û mudaxil bibin da ku herêm ji şerekî nû dûr bimîne.
Barzanî herwiha daxwaz ji hêzên Iraqê û hêzên din ên derekî kir ku hewla duristkirina şerekî wisa nedin.
Serokwezîrê Herêmê wiha nirxandin kir:
"Lewra çêbûna tiştekî wisa rasterast dê gelekî xerab bibe. Dê ji bo rewşa navxweyî ya Iraqê û hemû herêmê pir nebaş be. Dê bi vê yekê zemîna bihêzbûna DEAŞê û rêxistinên din ên terorîst li herêmê xweş bibe."
Zêdetir wiha pê de çû:
"Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareseriya rasteqîne ya hemû probleman, amadebûna xwe ji bo guftûgoyên binyatnerane nîşan didin. Em berpirsiyariya her şerekî û derencamekî din ê xerab jî dixin stûyê aliyê beramber û Fermandeyê Giştî Hêzên Çekdar ên Iraqê Birêz Heyder Îbadî."
Di dewama daxuyaniyê de bangewazî xelkê Herêma Kurdistana Iraqê jî kir û got:
"Ez dawa li hemû pêkhateyên xelkê Kurdistanê li Kurd, Ereb, Tirkmen û Xrîstiyan dikim ku bi wêrekiyeke mezin ji bo cewabdayîna her şerxwaziyê amade bin. Bi her awayî piştevaniya Pêşmerge bikin ji bo parastina hemû bajarên Kurdistanê. Da ku bajarên me jî wek Mûsil, Enbar û bajarên din ên Iraqê rastî komkujî û wêranbûnê neyên. Herwiha ji hemû partiyan û aliyên Kurdistanê dikim ku ji bo parastina aştiyê û berevaniya Kurdistanê yekhelwest bin."
Barzanî daxuyaniyê de rexne li hikûmeta Iraqê girt û wiha dewam kir:
"Bajarên Herêma Kurdistanê ji bo hewandina bi sedan hezar penaberên şerê DEAŞê û şerê mezhebî yê li Iraqê bûne penageh. Gelekî ecêb e ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi êrişên eskerî aramiya van herêman jî têk bide."
Li ser şerê ketina Mûsilê û çûna Pêşmerge bo Kerkûkê jî Nêçîrvan Barzanî wiha agahî dan:
"Sala 2014an piştî Artêşa Iraqê ji Kerkûk û herêmên dorûberê wê reviya û gelek çek ji DEAŞê re hiştin, hêza Pêşmerge bi hana xelkê wan herêman ve çû û ew ji destê DEAŞê parastin. Ji wê demê ve heta niha ew herêm di rewşeke aram a wisa de dijîn ku tu carî îstiqrareke wisa di tarîxa xwe de nedîtibûn. Ev jî bi fedakariya Pêşmerge, polês û dezgeyên ewlehiyê û hevkariya xelkê digel wan pêk hat."
Di dawiyê de jî Nêçîrvan Barzanî ev anîn ziman:
"Me çendîn caran ragihandiye ku nabe tu çareseriyeke dûr ji daxwaza nîştecihan li herêmê were sepandin. Divê îdareyeke xwedî taybetmendiyan ku daxwazên hemû pêkhateyan raçav bike li wê herêmê hebe. Ji bo vê armancê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî hemû hevkariyan e.
Em niha jî dubare dikin ku em ji bo guftûgoyê amade ne û li dijî wê yekê ne ku çek were bikaranîn ji bo çareseriya probleman. Divê hemû problem bi awayekî aştiyane û bi guftûgoyê çareser bibin. Ne ku cewaba dawakariyên me ji bo guftûgo û jihevfêmkirinê bi tehdîd, komkirina hêzan, artêşê û gavên emelî ji bo şêr were dayîn."