21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
MÛSIL
Mîsyona Alîkariya ji bo Iraqê a Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) diyar kir, bi destpêka operasyona rizgarkirina Telaferê va ji 30 hezarî zêdetir sivîl revîn cihê ewledar.
Kordînatora Alîkariya Mirovî ya Iraqê ya NYê Lise Grande daxuyaniya nivîskî da û got ku bi hezaran kesî Telafer terk kir, kesên ku ji şer revîn mecbûrî di germê da ji 10 saetan heta 20 saetan rêwîtî kirin.
Grande wiha got:
"Ji herêmê ji 30 hezarî zêdetir mirov revîn. Der heqê rewşa sivîlên ku ji qadên şer revîn da di destê me da agahî tune. UNAMI ji bo hefteyên pêş me amadehiyê dike ku bi hezaran sivîlî ji herêmê tehliye bike."
Grande hişyarî da ku, li bajêr av û xida xelas bûye û dibe ku sivîl bimirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî duh serê sibê daxuyand, ji bo ku Telafer ji DEAŞê were rizgarkirin, operasyonê dest pê kir.
Telafer ji 16ê hezîrana 2014an heta niha di destê DEAŞa rêxistina terorê da ye û piraniya kesên ku lê dijîn tirkmen in.