Sevim Hatun
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "(Miemeleyên vîzeyê yê ku Tirkiye û DYAyê dabû rawestandin) Di nav her du welatan de, biryar hat dayin ku nûner bicivin û li ser mijarê bixebitin û li gor biryarê wê nûner di rojên pêş me de bên bal hev, bixebitin û li gor encamê jî gavek bê avêtin."
Bozdag: "Berşikê welatiyê Tirk ê ku xebatkarê DYAyê ye, hem li ewlekariyê û hem jî li dozgeriyê îfadeya wî di hizûra parêzerê wî da hatiye wergirtin. Herwisa li dadgeriya sulh û cezayê jî îfadeya wî di hizûra parêzerê wî da hatiye wergirtin. Bêyî parêzer ev yek jixwe ne pêkan e. Ez zen dikim ku di vê mijarê da kêmasiya agahiyê heye. Heta niha li gor agahiya ku min hilda ji bilî parêzerê ku dema îfadeyê li wir bûye, tu parêzerekî daxwaza hevdîtinê nekiriye. Malbatê jî daxwaza hevdîtinê nekiriye. Ji aliyê dozgeriyê va ji malbata wî ra hatiye ragihandin ku mafê wan ê hevdîtinê heye. Ji bo xebatkarê konsolosxaneyê bi parêzerê xwe ra, bi malbata xwe ra hevdîtinê bike tu asteng tuneye."