İbrahim Atmaca
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Serokê Komîteya Têkiliyên Derva yên Meclisa Amerîkayê Ed Royce got ku divê Amerîka ji peymana nukleerê ya ku bi Îranê ra hat kirin, venekişe.
Royceyê Nûnerê Californiayê yê Partiya Komarparêz di rûniştina Komîteyê ya bi sernava "Hemû gefên Îranê" da axivî.
Royce got, "Şûna vekişînê, divê em şert û mercên peymanê bi tundî li ser wan ferz bikin."
Royce diyar kir, "Dibe ku peyman pir xerab be, lê ez bawer dikim ku divê em bi awayekî pir tund şert û mercan li ser wan ferz bikin" û bal kişand ku Serok Donald Trump divê vê hefteyê der barê Îranê da biryarekê bide.
Royce wiha dewam kir: "Serok çi biryarê bide jî divê biryarê eşkere bike, ev girîng e. Em li bendê ne berpirsyariyeke ku wê rê li ber gefên Îranê bigre va biryara xwe eşkere bike."
Trump dema ku hê nebibû serok, di kampanyayên serokatiyê da digot ku heke ew bibe serok ew ê peymana nukleerê ya ku 2015an da bi destê Serokê Amerîkayê Barack Obama va bi Îranê ra hat mohr kirin, "biçirîne bavêje".
Trump piştî hilbijartinê jî ev gotina xwe got û vê hefteyê heta roja yekşemê divê ji bo vê mijarê biryarekê bide. Trump hefteya çûyî gotibû ku ew ê di nav vê hefteyê da biryara xwe bide.