MOSKOVA
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn der barê tevgerên Dewleyên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Rûsyayê de axivî û wiha got: "Ji ber van tevgeran dê têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de xirab bibin."
Li lûtkeya BRICSê ya Brezîlyayê de Pûtîn pirsên rojnamegerên rûsî bersivand û got: "Bêşik dê ji ber van tevgeran têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de xirab bibin."
Pûtîn got ku divê di rewşeke wiha de mirov bi xwînsarî tevbigere û wiha pê de çû: "Yên li hemberî me serî li vê rêyê dan, em ji ber vê rewşê xwemgîn in. Lê belê ji bo em ji vê rewşê xilas bibin, amade ne da ku mizakereyan bikin."
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê der barê polîtîkayên Rûsyayê yên li ser Ukrayna û Kirimê de hin biryar girtibû û wiha ragihandibû: "Ji ber çalakiyên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê û dagirkirina Kirimê em êdî alîkariya aborî, vejen û çek nadin."