Neteweyên Yekbûyî ji bo ku alîkariyên mirovahî bigihîje niçtecihên Xezeyê agirbesteke bi qasî 5 saetan pêşniyazî îsraîl û Hamasê kir.
Her du aliyan jî pêşniyaziyê qebûl kir û agirbestê ku di saet 10.00an de dest pêkir û heta 15.00an dê dewam bike dest pê kir.
Artêşa Îsraîlê li ser daxwaza NYyê diyar kir ku di navbera saet 10.00 û 15.00an de dê êrîşî Xezeyê neke.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî jî di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku komên berxwedanên filîstînî jî daxwaza NYyê qebûl kirin.