XEZE
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê ya ku li Xezeyê bi awayekî fiîlî wazîfeya xwe didomîne daxuyaniya da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di êrîşên asîmanî yên Îsraîlê bir ser herêma El-Atatrayê de filîstîniyek mir.
Kudra diyar kir artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê êrîş bir ser kesên ku diçûn nimêja sibê û wiha got: "Di êrîşê de filîstîniyekî kal mir û 3 kes jî birîndar bûn." Kudrayê êrîşa ku duh li bajarê Xan Yunusê hat kirin jî bibîrxist û got ku jinikeke ku di erîşê de birîndar bûbû jî mir.
Erîşên Îsrâilê di 7ê tirmehê de destpêkir û heta niha 226 kesan can da û hezar û 673 kes jî birîndar bûn. Kudrayê jî ev agahî piştrast kir.