Dinya

Nêzî Qesra Spî 2 eskerên Mihafizên Neteweyî hatin lêxistin

Ayşe İrem Çakır  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Nêzî Qesra Spî 2 eskerên Mihafizên Neteweyî hatin lêxistin

Ankara

 Hat ragihandin ku li Washîngtona paytextê Amerîkayê 2 eskerên Mihafizên Neteweyî hatin lêxistin.

Rayedarekî ku bêyî navê xwe bide ji Associated Pressê (AP) ra axivî da zanîn ku li paytext Washîngtonê 2 eskerên Mihafizên Neteweyî hatin lêxistin.

Rayedar diyar kir ku bûyer nêzî Qesra Spî qewimî û agahî da ku rewşa eskeran nayê zanîn.

 - Trump bûyera li Washingtonê ya ku tê da 2 Parêzvanên Neteweyê hatin kuştin weke "çalakiya terorê" bi nav kir

Serokê DYAyê Donald Trump bûyera êrîşê ya li Washingtonê ya ku tê da 2 Parêzvanên Neteweyê hatin kuştin weke "çalakiya terorê" bi nav kir û destnîşan kir ku gumanbar koçberek e, ku sala 2021ê ji Efxanistanê hatiye DYAyê.

Serokê DYAyê Trump derbarê êrîşa duh li Washingtonê ku tê da 2 Parêzvanên Neteweyî hatin kuştin, peyamek vîdeoyî weşand.

Trump êrîşa li dijî 2 Parêzvanên Parastina Neteweyî wekî "êrîşek hovane" û "kiryarek nefretê" bi nav kir û diyar kir ku ew êrîşê wekî "êrîşek terorîstî" dibînin.

Trump got ku gumanbarê têkildarê bûyerê, hatiye girtin û ew koçberek e ku di Îlona 2021an da ji Efxanistanê hatibû DYAyê û îdia kir ku polîtîkayên koçberiyê yên rêveberiya Joe Biden zirareke mezin dane DYAyê.

Serokê DYAyê got, "Ev sûcek li dijî tevahiya neteweya me û li dijî mirovahiyê ye. Dilê hemû Amerîkiyan îşev bi van her du endamên Parastina Neteweyî ya Virginiaya Rojava û malbatên wan ra ye."

Hatibû ragihandin ku her 2 parêzvanên neteweyî yên ku li Washingtonê fîşek li wan ketibûn, canê xwe ji dest dane.

 - Li Amerîkayê nêzî Qesra Spî lêxistin û kuştina 2 eskerên mihafiz ên neteweyî hat ragihandin

 Hat ragihandin ku li Washingtona paytextê Amerîkayê 2 eskerên mihafiz ên neteweyî rastî êrîşê hatin û hatin kuştin.

Waliyê Eyaleta Virginiaya Rojava daxuyand ku nêzî Qesra Spî di encama êrîşa çekdar da du eskerên mihafiz ên neteweyî hatin kuştin.

Departmana Polêsan a Washington D.C.yê li ser hesabê xwe yê şirketa Xê ku navenda wê li Amerîkayê ye, ragihandibû ku der barê bûyerê da gumanbarek hat binçavkirin.

Wezîra Ewlehiya Navxweyî ya Amerîkayê Kristi Noemê jî bûyer piştrast kir û daxuyand ku Wezaretê lêpirsîn da destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyandibû ku êrîşkar jî birîndar e û "wê berdêleke giran bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın