13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî mun li ser nûçeyên ku dibêjin ji ber êrîşên rejimê ên li Helebê qetlîama sivîlan tê kirin, bang kir ku bila dest nedin sivîlan û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarrîc di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku derfeta NY tuneye ku li rewşa Helebê xweser çavderiyê bike, lê ji herêmê nûçeyên qetlîamê tên.
Dujarrîc got ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban li ser nûçeyên ku dibêjin ji ber êrîşên rejimê ên li Helebê qetlîama sivîlan tê kirin, bangî Qasidê Taybet ê Sûriyeyê kir û telîmat da wî.
Dujarrîc wiha axivî: "NYyê bangî hemû aliyên li herêmê kir û bi bîr xist ku bila dest nedin sivîlan û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Ev herî zêde berpirsyariya hikûmeta Sûriyeyê û mutefîqên wî ye."