19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê ya der barê Îranê de ji kongreyê re nameyek şand.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê wezaretê hat dayîn name bi îmzeya Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva, ji Paulê Ryanê Serokê Meclisa Nûnerên DYAyê re hat şandin.
Daxuyanî bi sernava 'Îran arîkariyê dide terorîzmê' hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin rêveberiyê Trump li ser peymana nukleerê ya ku di sala 2015an de di dema Obama de hatibû îmzekirin lêkolîn tê kirin.
Di nameya Tîllerson de wiha hat gotin:
"Îran bi reyên cuda û ji ser hin platforman re arîkariya terorê berdewam dike. Serok Trump telîmat da ku li ser vê peymana nukleerê lêkolîn bên kirin û ji bo DYAyê rîskên wê bên nirxandin."