Haydar Şahin
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 20 Sibat 2018
PARÎS
Laurent Wauquiezê serokê Partiya Komarparêz ya Fransayê got, "Îro Fransa bi dîktatoriyê tê rêvabirin, mijara hevsengiya hêzan li rojevê tune."
Qeyda gotinên Laurent Wauquiez ên ku li Xwendingeha Karsaziyê ya li bajarê Lîoana ji xwendekaran ra bi şertê "qeydnekirin, parvenekirinê" gotibû di kanala TMCyê da hat weşandin.
Li gor vê, di beşa ewil a ku roja înê hat weşandin da Wauquiez hin îdiayên li ser Fransayê dibêje û ji ber vê gelek bertek hatin nîşandan, di beşa duduyan da jî dibêje ku "Serokomar Emmanuel Macron hemû hêzan di destê xwe da digre û wiha diaxive: "Îro Fransa bi dîktatoriyê tê rêvabirin, mijara hevsengiya hêzan li rojevê tune."
Wauquiez dibêje ku li Fransayê heqê endamên Meclisê tune ku li ber Macron an jî kesên dorberê wî ra tiştekê bibêje endamên Tevgera Meşê (LREM) ya li îqtidarê jî jî kukla ne.
Wauquiez hişyariyê dide xwedekaran û dibêje tiştên ku li vê derê tên axaftin ew ê li vê derê bimînin, çaxê siyasetmedarek tiştekî bêje ew li dijî wî tê bikaranîn.
Di beşa ewil a qeydan da tê gotin ku Serokomar Macron ekîbeke taybet ava kiriye û di pêvajoya hilbijartina serokomariyê da xebitiye ku François Fillon bibe namzedê rastgiran, di vê da bi ser ketiye û paşê jî ji hêla siyasetê va Fîllon xilas kiriye.