Muhammet Kurşun
2017 ж. 04 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 05 желтоқсан
ANKARA
Hat ragihandin ku dê Melikê Haşimî yê Urdinê Ebdullahê 2em wek dawetiyê Serkomar Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Serkomariyê, dê Melik Ebdullah 6ê Kanûna Pêşîn roja pêncşemê li Tirkiyê be.
Dê di çarçoveya 70emîn sala têkiliyên Tirkiye û Urdinê de li ser hemû mijaran civîn bên sazkirin û nirxandinên berfireh bên kirin.
Herwiha dê bûyerên li Sûriye û Iraqê jî werin xeberdan.