Muhammet Kurşun
2017 ж. 04 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 05 желтоқсан
KERKÛK
Hat ragihandin ku li Kerkûkê îstiqrar bicih bûye û eskerên Amerîkayê li wir tunene.
Fermandeyê Hêzên Polêsên Dije Terorê Meen Es Seedî, civîna çapemeniyê li dar xist û got rewşa ewlehiyê li Kerkûkê ji wextî baştir e.
Seedî diyar kir ku li bajêr îstiqrar hatiye peydakirin û rewşa ewlehiyê ji beriya 16ê Çiriya Pêşîn baştir e û wiha axivî:
"Revandina însanan ji bo fidyeyê, diziya erebeyan û bûyerên failnediyar îdî naqewimin. Bajêr nefesek rehet stend. Me gelek şebekeyên diziya erebeyan rûxandin."
Seedî anî ziman ku li nava bajêr polês û derveyî bajêr jî artêşa Iraqê ewlehiyê pêk tîne.
Seedî herwiha diyar kir ku hêzên Amerîkayê li derdora Kerkûkê tunene û hemû ewlehî ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.