Muhammet Kurşun
2017 ж. 04 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 05 желтоқсан
SENA
Yek ji berpirsên payebilind ê Partiya Kongreya Gel a Giştî ragihand ku Serokomarê Berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih hat kuştin.
Di daxuyaniya ku da peyamnêrê AAyê da hat gotin ku Hûsiyan li nêzîkî Senayê pêşiya konvoya Serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih birî û ew kuşt.
Berpirsê ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin diyar kir ku Hûsiyan konvoya Elî Ebdullah Salih li 40 kîlometre başûrê Senayê da sekinandin û piştî ku birin cihekî nediyar, gulle berdan serê wî û ew kuştin.
Li Yemenê di navbera Hûsiyên ku ji sala 2014an vir ve li dijî rêveberiya meşrû şer dike û alîgirên Salih de ev çend roj in pevçûn diqewimîn.
Hûsî serê sibehê ketibûn mala Salih û piştî derxistina hemû çekan xaniyê wî teqandin.
- Elî Ebdullah Salih kî ye?
Elî Ebdullah Salih 21ê Adarê 1942an de li Senaya paytextê Yemenê hat dinyayê. Ew mensûbê Eşîreta Senhanê bû. Dema ku Yemen du dewlet, di navbera 1978an û 2012an de wek Serokê Dewleta Yemenê wezîfe kir. Salih serokdewletê herî temendirêj bû li Yemenê. Salih 22ê Gulana 1990î de Yemena ku wek Bakur û Başûr du dewlet bûn kir yek.
Sala 1999an de di hilbijartinê de wek serokê dewletê hat hilbijartin. Piştî Bihara Erebî 25ê Sibata 2012an ji wezîfeya xwe îstifa kir. Sala 2014an bi Hûsiyên ku li dijî rejima meşrû şer dikirin re tifaq çêkir.