Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Koma DEM Partiyê ya TBMMyê ziyaret kir

TBMM
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya xebatên "Tirkiyeya Bêteror" da Koma DEM Partiyê ya TBMMyê ziyaret kir.
Di hevdîtina li Koma DEM Partiyê ya TBMMyê da Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û her wiha Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Sezai Temelli û Gulustan Kiliç Koçyigitê cih girtin.
Eşkere bû ku Kalin di hevdîtinê da ya ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û qedera saetek û 10 deqîqeyan dewam kir, der heqê xebatên biwarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da agahî dan.
- Serokê MÎTê Kalin, Koma AK Partiyê ya TBMMyê ziyaret kir
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya xebatên "Tirkiyeya Bêteror" da Koma AK Partiyê ya TBMMyê ziyaret kir.
Kalin li Meclisê bi Efkan Alayê Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Abdullah Gulerê Serokê Koma AK Partiyê û wekîlên serokê komê Abdulhamit Gul, Bahadir Yenişehirlioglu, Leyla Şahin Usta û Ozlem Zenginê ra hevdîtin kir.
Kalin di hevdîtinê da ya ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û qedera saetekê dewam kir, der heqê xebatên biwarê pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da agahî dan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.