Sevim Hatun
08 Gulan 2017•Rojanekirin: 08 Gulan 2017
PARİS
Li gor anketên sindoqan, Emmanuel Macron bû Serokomarê nû yê Fransayê.
Li gor encamên anketên ku televîzyona France 2ya weşangera kamuyê Macronê Serokê Hereketa Meşê yê 39 salî ji sedî 65,1ê dengan stand, herwiha rikeberê wî Marine Le Penê rastgir jî ji sedî 34,9ê dengan girt.
Tê payin ku encama dengdayinê di saetên pêş da ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve were eşkere kirin.
Encamên fermî jî wê di 10ê Gulanê de ji aliyê Konseya Destûra Bingehîn ve were eşkerekirin.
Tê texmînkirin ku Serokomarê nû di 14ê Gulanê de wezîfeyê ji François Hollande werbigire.