Libnanê, balyozê Îranî wekî "kesê ku nayê xwestin" îlan kir
Beyrut
Libnanê balyozê ku Îranê ji bo Beyrûtê tayîn kir wekî "kesê ku nayê xwestin" îlan kir û xwest ku heta 29ê Adarê welêt biterikîne.
Wezareta Karên Derva ya Libnanê daxuyand, Balyoz Mihemed Riza Şeybaniyê ku Îranê ji bo Beyrûtê tayîn kir, vexwendin wezaretê.
Hat daxuyandin akreditasyonên Şeybanî hatin betal kirin, wekî "kesê ku nayê xwestin" hat îlan kirin û xwestin ku heta 29ê Adarê welêt biterikîne.
Di daxuyaniyê da hat derbirîn, "Rêveberiya Tehranê, normên dîplomatîk ên di navbera Libnan-Îranê da îxlal kir" ji ber vê sedemê Balyozê Libnanê yê Tehranê Ehmed Suweydan jî ji bo şêwrê vexwendin welêt.
