Dinya

Saziya Vejena Atomê ya Îranê: Di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da fuzeyê îsabetî Santrala Vejenê ya Nukleerê ya Buşehrê kir

Tolga Akbaba  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Saziya Vejena Atomê ya Îranê: Di êrîşa Amerîka-Îsraîlê da fuzeyê îsabetî Santrala Vejenê ya Nukleerê ya Buşehrê kir

İran

Saziya Vejena Atomê ya Îranê ragihand ku di êrîşa ku Amerîka-Îsraîlê bir ser Santrala Vejena Nukleerê ya Buşehrê da fuzeyê îsabetî sehaya santralê kir û di êrîşê da xisara teknîk çênebû û mirî tunin.

Saziya Vejena Atomê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya ji ser platforma çapemeniya civakî Xê ya navenda wê Amerîka ye da ragihand ku Santrala Vejena Nukleerê ya Buşehrê rastî êrîşê hat.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da fuzeyê îsabetî sehaya Santrala Vejena Nukleerê ya Buşehrê kir. Xisara teknîk an jî mirî tunin. Êrîşa dijî tesîsên nukleerê yên aştiyane bi awayekî eşkere îxlala hiqûqa navneteweyî ye û ji bo ewlehiya herêmî tehdîdeke mezin e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.