Türkan Tosun
16 Sibat 2020•Rojanekirin: 17 Sibat 2020
Li Hurmuzgana eyaleta Îranê li Girava Keşmê erd bi lerza 5,8an hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê navenda erdhejê Girava Keşmê ye û bi saeta herêmî di saet 16.00an da bi lerza 5,8an erd hejiya.
Hat daxuyandin erdhej 13 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.
Beriya vê erdhejê di saet 15.54an da jî bi lerza 4,4 erd hejiya.
Hê tu agahî nehatin dayîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kesî hatiye an na.