Nihat Kavşut
08 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Li eyaleta Azerbeycana Rojhilat ya li bakurê Îranê bi lerza 5,9an erdhej çêbû û 6 kes mirin û ji 300î zêdetir kes birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê li Terka bajarê eyaleta Azerbeycana Rojhilat bi saeta herêmî di 02.17an da 8 kîlomêtro di bin erdê da bi lerza 5,9an erdhej çêbû.
Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ji ber erdhejê 6 kes mirin û ji 300î zêdetir kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin eyaletên Gilan, Zencan, Erdebîl û Qezwînê jî hejiyane û xisar çêbûye.