Di midaxeleya protestoyên li Iraqê da 3 kes hatin kuştin
Li Besraya wîlayeta Iraqê di dema midaxeleya çalakiyan da 3 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Iraq
Li Besraya wîlayeta Iraqê di dema midaxeleya çalakiyan da 3 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê tenduristiyê yê li Besrayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kuştî û birîndar bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine lêxistin.
Şahidên bûyerê dibêjin ku hêzên ewlekariyê di dema midaxeleya protestoyên li pêşiya avahiya wîlayetê da quweteke zêde bi kar anîn û fîşengên rastî avêtin.
- Bûyerên li Iraqê
Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê çalakî hatibûn lidarxistin. Çalakvanan di 1ê cotmehê da dest bi çalakiyan kiribûn û ji bo merasimên Erbêînê navber dabûn çalakiyên xwe û di 25ê cotmehê da dîsa dest bi çalakiyan kiribûn.
Misyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji 1ê cotmehê vir da di çalakiyan da 254 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.