İbrahim Atmaca
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 09 Tebax 2020
Li eyaleta Kîrmanşahê ku dikeve rojavayê Îranê, bi lerza 5,1ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, li navçeya Giylanî Garbê ya li ser eyaleta Kîrmanşahê li gor saeta herêmî di saet 13.46an da bi lerza 5,1ê erd hejiya.
Hat gotin ku erdhej 8 kîlomêtre di binê erdê da ye.
Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn bê ka di erdhejê da tiştek bi kesî hatiye an na, an jî zirar gihîştiye mal û milk.