Türkan Tosun
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Li Beyrûda paytextê Libnanê di 4ê Tebaxê da teqîneke mezin çêbû, 158 kes mirin û ji 6 hezarî zêdetir kes jî mirin. Kesên rêvebiriyê ji ber vê teqînê sûcdar dikin xwepêşandan kirin ku di van xwepêşandanan da kesekî di ewlehiyê da wezîfedar e mir û jê 70 wezîfedarên ewlehiyê tevahî 238 kes birîndar bûn, 20 kes jî hatin binçavkirin.
Bi hezaran kes li Meydana Şehîdan a Beyrûdê civiyan û dijî Serokomar Mîşel Awn û rayedarên din da dirûşme berz kirin.
Xwepêşandêran xwest ber bi Meclisê bimeşin lê hêzên ewlehiyê xaza îsotê bi kar anî û destûr neda wan ku ew bimeşin. Di navbera wan da rageşî çêbû, xwepêşandêran kevir avêtin polêsan, hin kargeh û kamyonek şewitandin.
Şaxa Ewlehiyê ya Navxweyî ya Libnanê daxuyand di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandanan da rageşî derket. Hin welatiyên xwe spartin Le Gray Hotelê dema ji hêla polêsan var hatin derxistin hin provokatoran rageşî derxist.
, ji hêzên ewlehiyê kesek ket û mir, 5 kes jî hatin binçavkirin.
Midûriya Ewlehiya Libnanê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got di xwepêşandanan da hêzekî ewlehiyê mir 70 jî birîndar bûn.
Hat gotin 20 kes di xwepêşandanan da hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Xaça Sor a Libnanê da jî hat gotin di rageşiya navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê da 238 kes birîndar bûn ku ji wan 63 kes rakirine nexweşxaneyan.
- Xwepêşandanan li ser avajiyên wezaretan da girtin
Xwepêşandana li Meydana Şehîdan dewam kir, lê di wê navberê da komeke efseran ên teqawîdbûyî jî ketin avahiyê Wezareta Karên Derva, dirûşmeyên wek "Beyrûd bajarê şoreşê ye" û "Beyrûdê bibe bajarekî ji çekan hatiye paqjkirin" berz kirin.
Xwepêşandêran wêneyê Serokomar Awn û Wezîrê Karên Derva Cîbran Basîl şewitandin û bi qanîkina eskeran ji wir derketin.
Xwepêşandêran li ser avahiyên Wezareta Aborî û Hawîrdorê, Wezareta Vejenê û avahiyê Yekîtiya Bankayan da jî girtin zirar dan avahiyan.
Hêzên ewlehiyê bi saya artêşê xwepêşandêran ji avahiyan derxistin.
- Teqîna li Bendera Beyrûdê
Di 4ê tebaxê da li Bendera Beyrûdê di depoya ku nimareya wê 12 bû da pêşiyê şewat derketibû û paşê jî teqîneke mezin ya hemû Beyrûd hejandibû çêbibû.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyandibû ku di teqînê da 158 kes mirin û ji 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Waliyê Beyrûdê Merwan Abbud daxuyandibû zirara teqînê ji 15 milyar dolarî zêdetir e.