Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin milyonek û 50 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 51 hezar û 815an.

Türkan Tosun  | 10.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Li Afrîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin milyonek û 50 hezarî derbas bû

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 51 hezar û 815an.

Li gor malpera "Worldmeter"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê 12 hezar û 137 kesên bi vîrusê ketine hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket milyonek û 51 hezar û 815an.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 351 zêde bû û derkete 23 hezar û 317an.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin. Li Afrîkaya Başûr 10 hezar û 408 kes, li Misrê 5 hezar û 9 kes, li Cezayîrê jî 1302 kes mirin.

Li Morityusê Kovîd-19 nema, li Seyşelê û Erîtreyê hetanî niha tu kes ji ber vîrusê nemirıye.

Li Afrîkaya Başûr 560 hezar, li Misrê 95 hezar û 492, li Nîjeryayê 46 hezar û 577 kes bi vîrusê ketin

Li Afrîkayê 736 hezar û 623 kesên bi vîrusê ketibûn jê filitîn û baş bûn.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın