Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1103 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an.

Ahmet Aydın  | 09.08.2020 - Rojanekırın : 10.08.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1182 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 240 hezar û 804an. 15 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 844an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1103 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 223 hezar û 759an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara me ya testan piçekî di bin asta duh re ku di seranserê şewbê de roja herî bilindbû re ye. Li Gazîentaba ku di demên nêzîk de bajareke pêktî lê gelekê zêde bûye, di hefteya dawîn de têkra hejmara pêketiyan ji sedî 10 daket. Li 25 wîlayetên me, ev 2 roj e nexweşên entube tune ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın