İbrahim Atmaca
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket, li tevahiya dinyayê kişiya zêdetirî 80 hezar kesan.
Li Çînê 2 hezar û 663 kes, li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê 2 kes ji ber şewbê mirin.
Kovîd-19 pekiya welatên din jî û bû sedema mirinan. Li Îranê 12, li Japonyayê 4, li Koreya Başûr 8, li Îtalyayê 7, li Tayvan, Filipîn û Fransayê jî her welatekî kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku vîrus kişiyanê ji 80 hezarî derbas bû. Li Çînê kişiya 77 hezar û 658 kesan, li Hong Konga Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 81 kesan, li Makauya Herêma Îdarî ya Taybet kişiya 10 kesan. Li Tayvanê jî di 30 kesan da vîrus hat tesbîtkirin.
Li gor daneyên saziyên tenduristiyê û çapemeniya welatên ku vîrusa koronaya nû lê hatine tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyane wan wiha ne:
"Japonya 850, Koreya Başûr 893, Îtalya 229, Sîngapur 89, Îran 61, Amerîka 35, Tayland 35, Awustralya 23, Malezya 22, Vîetnam 16, Almanya 16, Îngiltere 13, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb 13, Fransa 12, Kanada 11, Hindistan 3, Filipîn 3, Kuweyt 3, Rûsya 2, Spaniya 2, Îsraîl 2, Amman 2, Behreyn 1, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1, Lubnan 1, Efxanistan 1."