Dinya

Ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqê sînorên xwe ji Îranê ra girt rêza benzînê çêbû

Li Îranê ji ber ku 12 kes ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû mirin, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) deriyên xwe yên sînor ji Îranê ra girt, lê li welêt niha pirsgirêka benzînê dest pê kir

Türkan Tosun  | 25.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
Ji ber ku Herêma Kurdistana Iraqê sînorên xwe ji Îranê ra girt rêza benzînê çêbû

Istanbul

Li Îranê ji ber ku 12 kes ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) deriyên xwe yên sînor ji Îranê ra girt, lê li welêt niha pirsgirêka benzînê dest pê kir.

Rêvebiriya HKIyê heta emrekî duyemîn deriyên gumrukê yên Hecî Omeran, Başmak û Perwezxanê ji Îranê girt û hemû bazirganiyê da rawestandin.

Qismek benzîna welêt ji Îranê tê peydakirin, piştî vê biryarê gel tirsiya ku ew bê benzîn bimînin. Ji ber vê li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi mêtroyan rêza benzînê çêbû.

Berdevkê Hikûmeta HKIyê Cotyar Adil di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ji ber ku deriyên sînor hatine girtin tê îdiakirin li welêt pirsgirêka benzînê wê çêbibe, lê ev îdia ne rast in.

Adil got sibê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî ra wê civîneke der barê vîrusa koronayê da çêbibe û ev mijar jî wê bê axaftin.

- Li Iraqê vîrusa koronayê

Iraqê di 20 Sibatê da ji ber şewba vîrusa koronayê deriyên xwe yên sînor ji bo 3 rojan ji Îranê ra girtibû û seferên balafiran jî betal kiribû.

Rêvebiriya Bexdayê gotibû ji welatiyên Îranê yên dixwazin bên Iraqê ra heta daxuyaniyeke nû vîze wê neyê dayîn.

Wezîrê KArên Navxweyî yê HKIyê Rêbwar Ehmed jî di 22 Sibatê da gotibû welatiyên Îranê yên hatine welêt wê 14 rojan di nexweşxaneyan da bêne raçavkirin.

Li bajarê Necefê di xwedekarekî Îranî da nexweşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatibû tespîtkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.