MUZAFFARGARH
Li Pakîstan, Îran, Fas û Morîtanyayê kelecana Cejna Qurbanê îro dest pê kir.
Wekî ku tê zanîn hin welatên misilman, cejnê li gor welatên din dereng pîroz dikin. Îsal jî li Pakîstan, Îran, Fas û Morîtanyayê Cejna Qurbanê rojekê piştî welatên din yên misilman hat pîrozkirin.
Li Pakîstanê, di Mizgefta li bajaroka Îkbaliyeyê a herêma Muzaffargarhê de nimêja cejnê hat kirin. Ji Tirkiyê jî gelek xêrxwaz tevli wan bûn. Piştî nimêjê endamên Komeleya 'Kîmse Yok mu'yê cejna welatiyên Pakîstanî piroz kir û piştre li zarokan pêlîstok belav kirin. Paşê jî qurbaniyên ku ji aliyê xêrxwazên Tirkiyeyê ve hatibûn şandin, li wir ser jê kirin û belav kirin.
Li Îran, Fas û Morîtanyayê jî welatiyan di nimêja sibê de mizgeft tijî kirin û piştî nimêjê cejna hev pîroz kirin.