Önder Beyter
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ÎDLIB
Li navenda parêzgeha Îdliba Sûriyeyê di çend teqînên ku li nêzîkî stadyûmê qewimîn da 6 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Midûrê parastina sivîlan (Serspî) ya Îdlibê Mihemed Hec Yûsif di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li nêzîkî stadyûmê çendîn teqîn çêbûn.
Yûsif diyar kir ku di teqînan da 6 kes mirin, kesek jî birîndar bû û herwiha rewşa birîndarên ku rakirin nexweşxanyê jî giran e.
Yûsif destînşan kir ku piştî teqînan şewat derket, ekîbên parastina sivîlan û yên agirkujiyê agir vesandin.
Yûsif herwisa got ku vêga ew sedema teqînan nizanin û wiha dewam kir, "Ekîbên me xebatên xwe didomînin. Sedema teqînan wê piştî tehqîqan eşkere be."