Haydar Şahin
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
KUTUPALONG
Keştiya ku mislimanên ji Arakanê yên ji êrîşên artêşê û neteweperestên budîst direvîn tê da bûn li Kendava Bengalê serobino bû, cesedê 5 kesên ku di qezayê da mirin hat dîtin.
Yaqub Eliyê rayedarê ewlekariyê diyar kir ku di bi şev keştiya ku mislimanên ji Arakanê tê da bûn li Kendava Bengalê serobino bû.
Elî destnîşan kir ku gundiyên Shah Porîr Dwîpa gundê Bangladeşê îro destê sibê li peravê cesedê 5 kesan dîtin.
Rayedaran gotin texmîn dikin ku di keştiyê da 35 kes hebûne û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.
Li Bangladeşê kampa penaberan a teze tê çêkirin.
Wek mayîn Şah Kemalê berpirsyarê Wezareta Rêveberiya Afatê ya Bangladeşê diyar kir ku ji 25ê tebaxê hetanî nika ji 123 hezarî zêdetir mislimanên ji Arakanê revîn Bangladeşê, pîlan dikin ku ji bo wan kampeke teze ava bikin.