Sevim Hatun
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
HAYFA
Dadgeha Îsraîlê biryar da ku serokê Herekata Îslamî ya Filistînê 1948 Şêx Raîd Selah di seranserê pêvajoya darizandinê de binçavkirî be.
Xalid Zabarkayê ji parezerên Şêx Salah ji nûçegihanê AAyê re wiha got: "Di rûniştina îro ya li Dadgeha Sulh Cezayê ya Heyfayê hat kirin de biryar hat dayin ku di pêvajoya darizandinê de binçavkirî be."
Zabarka got: "Heta îro biryareke wiha nehatiye dayin. Ev jî tê wê wateyê ku Şêx Selah ji ber şexsiyeta xwe ya siyasî, dînî û siyasî tê darizandin."
Serokê Herekata Îslamî ya Filistînê 1948 Şêx Raîd Selah di 15ê Tebaxê de ji aliyê polêsên îsraîlê ve hatibû binçavkirin. Polêsan avêtibû ser mala wî ya li Ummul Fehmê û ew binçav kiribû.
Şêx Selahê ku berê jî gelek caran ketibû girtîgehê herî dawîn 9 meh di girtîgehê de mabû û di 17ê Kanûna Paşîn de serbest hatibû berdan.