Elif Orhan
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
NEW YORK
Hat ragihandin ku Arîkarê Serokê Bankaya Navendî ya DYAyê (FED) Stanley Fischer îstifa kir
Di daxuyaniya fermî ya ku jiFedê hat dayîn de hat diyarkirin ku arîkarê serokê bankayê û endamê lijneya birêvebirinê Fischer nameya îstifayê pêşkêşî Donald Trumpê Serokê DYAyê kir.
Ficsherê 73 salî di nameya xwe de got ku ji ber sedemên şexsî îstifa kir û destnîşan kir ku ji ber ku di Fedê de peywir kir serbilind e û seranserê maweya peywira wî aboriya Amerîkayê ya ku ji qeyrana aborî ya 2008an derket hê jî hêzdar dibe.
Di daxuyaniyê de cî dan axaftinên Janet Yellena Seroka Fedê. Yellenê destnîşan kir ku xizmetên Fischer piştgirî dan polîtîkaya pereyan û li welêt bidestxistina îstiqrara fînansî.
Îstifaya Fischer dê ji 13ê cotmehê ve derbasdar be û endamtiya lijneya birêvebirinê ya Fischer dê 31ê kanûna paşîn a 2020an arîkariya serokatiyê jî dê 12ê hezîrana 2018an de temam bûya.
Fischer ji 28ê kanûna paşîn a 2014an ve di lijneya birêvebirinê ya Fedê de ye û di 16ê hezîrana 2014an ve jî dest bi peywira arîkariya serok kiribû.