WASHINGTON
Banqeya Navend ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (FED), kirîna milkan ya mehê bi qasî 85 milyar dolaran danexist.
Piştî civîna ku du roj dewam kir ya Komîteya Piyaseya Vekirî ya Federal (FOMC), der barê biryara civînê de daxuyanî hat dayîn.
Dihat payîn ku FED kirîna milkan kêm bike lê di kirîna milkan de daxistin pêk nehat. Hat daxuyandin ku hêj pêdiviya aboriyê bi alîkariya FEDê heye. Lê tevî vê FED bernameya xwe ya kirîna milkan naguherîne û mehê biqasî 85 milyar dolaran dê bikire.
Li gor daxuyaniyê, geşbûna aboriyê û pêşveçûna piyaseya îstîhdamê jî dewam dike. Lê rêjeya bêkaran hêj jî zêde ye.
Bankeya Navend a DYAyê, qet nebe hetanî rêjeya bêkaran dadikeve ji sedî 6,5an, dê polîtîkaya xwe faîzê bidomîne.
Piştî biryara FEDê, dolar ket û borsa zêde bû.