HAKKARİ
Waliyê Hakkariyê Necmettîn Kalkan got: "Ji bo ku zarok bixwînin hewleke mezin tê dayîn lê hinek jî hewl didin ku zarokan ji dibistanan dûr bixin. Ez van hewldanên nebaş şermezar dikim."
Ji bo destpêka heyama perwerdeyî û hîndekariyê ya sala 2013an û 2014an li hewşa Dibistana Cumhuriyetê merasîmek hat li dar xistin. Walî Necmettîn Kalkan di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew pir kêfxweşin ku ji bo perwerdeyê dest bi saleke nû dikin. Kalkan daxwaz kir ku ev sala nû ji bo welêt û Hekariyê aşitî, aramî û kêfxweşiyê bîne.
"Boykota dibistanan"
Li ser pirsa rojnamevanekî ya "Hûn boykota dibistanan çawa dinirxînin?" Kalkan wiha axivî: "Îro roja ewil e. Mesela zaroka min jî li Stenbolê dixwîne û telefon kir got 'Îro roja ewil e, piranî heval nayên, ders tune ye ez herim dibistanê an na?' Bi piranî hefteyên ewil zarok hewl didin ku ji dibistanê hez bikin, dersan hez bikin. Ji ber vê binêhêrin li derve 200 xwendekarên me hene. Hemû hatine. Dê û bavên wan jî hatine. Min sipasiya wan kir. Ji bo ku zarok bixwînin hewleke mezin tê dayîn lê hinek jî hewl didin ku zarokan ji dibistanan dûr bixin. Ez van hewldanên nebaş şermezar dikim."
Walî bangî xwendekaran kir û got: "Bixwînin, serî li ber kesên ku nahêlin hûn bixwînin hildin."
Kalkan piştî merasîmê pêlavên ji bo zivistanê diyarî zarokan kirin.