28 Îlon 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekir, Batman, Bîngol, Mêrdîn, Sêrt û Şirnexê dibistan vebûn û dersa ewil a sala perwerde û hîndekariyê hat kirin.
PKKya rêxistina terorê, hin saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bangewazî kiribû da ku, gel sala 2015-2016an a perwerde û hîndekariyê boykot bike. Lêbelê gelê herêmê guh neda bangewaziya sazî û rêxistinê û li dibistanan perwerde digel merasiman dest pê kir.
- Diyarbekir
Li Dibistana Destpêkê ya Yenîşehirê sala perwerdeyê digel merasimek, dest pê kir.
Adnan Hûratayê Midûrê Perwerdeya Milî yê Bajêr di merasima vebûnê de axivî û destnîşan kir ku hemû dibistanên bajêr ji bo perwerdeyê hatin amadekirin.
Hûrata got ku wekî her sal îsal jî gotinên wekî em dibistanan "boykot" bikin hatin gotin û wiha dewam kir: "Lê belê kes piştgiriyê neda vê biryarê. Wekî ku hûn jî dibînin pirsgirêk tune ye. Em dikarin bibêjin ku 'tu kes tevlî boykotê' nabe."
- Sêrt
Li Sêrtê sala perwerde û hîndekariyê ya nû li Dibistana Destpêkê ya Mehmetçîkê bi merasimê dest pê kir.
Di merasimê de Walî Tûtûlmaz axivî û got ku piraniya gelê herêmê ji xwendekaran pêk tê, ji ber vê yekê divê em zêdetir giringiyê bidin xwendin û xwendekaran.
Tûtûlmaz got ku bi rêya perwerdeyeke bi kalîte civak jî pêş dikeve û wiha dewam kir: "Ji bo vê jî çi hewce dike û çi dikeve ser milên me em dikin."
Lokman Oneryildizê ji bavê xwendekaran jî got ku 4 zarokên wî hene, wî guh nedaye gotinên wekî boykotê û zarokên xwe anîne dibistanê.
- Batman
Cîgirê Walî Ertûg Şevket Aksoy, beşdarî merasima Dibistana Destpêkê ya Ataturkê bû û got sala perwerde û hîndekariyê ya nû bi xêr be.
Aksoy wiha axivî: "Divê serê ewil em xwe rexne bikin. Heke ku me zarokên xwe baş perwerde bikira ew ê îro di destê wan de molotof tunebûna, ew ê bikaranîna madeyên hişbirê bi wî qasî zêde nebûya. Divê em bi mamoste, malbat û rêvebiran re bibin yek û ji bo gihandina mirovên baş û hişmend hewl bidin."
- Bîngol
Li Bîngolê 60 hezar û 510 xwendekarî digel 3 hezar û 415 mamosteyan li 412 dibistana dest bi sala perwerde û hîndekariyê ya nû kirin.
Xwendekar piştî merasima vebûnê ya dibistanê derbasî xwendingehan bûn. Li xwendekaran kitêb hatin belavkirin. Hat dîtin ku li bajêr kes guh nedaye bangewaziya "boykot"ê.
- Mêrdîn
Di merasima vebûnê ya li Dibistana Destpêkê ya Sakarya Aycan Çaltekînê de, xwendekaran şiîr xwendin. Li xwendekarên ku îsal dest bi xwendinê kirin çîçek belav kirin. Hat dîtin ku hin xwendekar zehf bi kelecan in.
Walî Omer Farûk Koçak beşdarî merasimê bû û li vir axivî. Koçak got, hêviya me ew e ku bi rêya perwerdeyê mirovên hişmend û aqlêselim bên gihandin û wiha pê de çû:
"Him li Mêrdînê him jî li herêmê gel êdî ji bûyerên terorî aciz dibe û dibêjin 'êdî bes e.' Helwesta gel a dijî terorê eşkere ye. Ji bo vê yekê jî ez malbatên xwendekarên me pîroz dikim. Em ê li hemberî rêxistinên terorê ku hewl dide rê li ber xwendekar û perwerdeyê bigre, têbikoşin. Em ê tu caran meydanê ji wan re nehêlin û rê nedin wan."
-Şirnex
Li Şirnexê bi destpêkirina 2015-2016 sala perwerde û hîndekariyê ve 160 hezar xwendekarî dest bi dibistanê kir. Îro li dibistanên herêmê dersa ewil a salê hat kirin.
Li Şirnexê kes guh neda bangewaziya rêxistina terorê ya ji "boykotê" û xwendekaran serê sibê berê xwe da dibistanê.
Ahmet Alagozê Midûrê Perwerdeyê ya Milî ya Bajêr beşdarî merasima ku li Dibistana Destpêkê ya Orgeneral Edîşp Başer bû.
Alagoz destnîşan kir ku ji 3 niştecihên herêmê yek jê xwendekar e û got: "2 hezar û 16 xwendekar tayinê herêmê hatin kirin û li herêmê pirsgirêka kêmasiya mamosteyan tune ye."