Serokê DYAyê Trump rexne li Fedê girt ku rêjeyên faîzê bi têra xwe kêm nekir
Washington DC
Serokê DYAyê Donald Trump biryara kêmkirina 25 puanan ji faiza polîtîkayê ya Banka Navendî ya DYAyê (Fed) kêm dît û rexne lê girt û anî ziman ku ev pêkan e "herî kêm duqatî" be.
Trump li Qesra Spî di civîneke maseya girover da ya bi karsazan ra, rexneyên xwe yên li dijî Serokê Banka Navendî ya Federal Jerome Powell domand.
Trump, Powell wekî "dijwar" bi nav kir, îdia kir ku rêjeya faîzê daketiye lê Powell zêde tiştek li ser vê yekê nekiriye.
Trump behsa biryara kêmkirina rêjeya faîzê kir û got, "Ez ê bêjim ku wan ew pir kêm kiriye; lê dibû herî kêm du qat zêdetir bûya."
- "Divê rêjeya faîza me pir kêmtir be"
Di pirseke ji Trump da hat bibîrxistin ku dema wezîfeyê ya Serokê Banka Navendî ya Federal Jerome Powell di meha Gulanê da diqede û wiha hat pirsîn: "Gelo hûn bi namzedan ra dicivin ka wî kî bê şûna Powell?" Trump di bersivê da got ku ew ê îro bi endamê berê yê rêveberiya Banka Navendî ya Federal Kevin Warsh ra bicive.
Trump got, "Ez dizanim li çi digerim. Ez li kesekî digerim ku di derbarê rêjeyên faîzê da rastgo be. Ez tenê rastgoyiyê dixwazim, divê rêjeya faîza me pir kêmtir be. Divê rêjeya faîza me ya herî nizm a cîhanê be."
Piştî civîna dawî ya Komîteya Bazara Vekirî ya Federal (FOMC) a salê, Fedê rêjeya faîza polîtîkaya xwe bi 25 xalên bingehîn kêm kir û gihand ji sedî 3.5-3.75 wekî ku dihat hêvîkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
