Elif Orhan
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ÎDLIB
Hat diyarkirin ku li Îdliba bajarê Sûriyeyê 4 teqînên cuda çêbûn, di teqîna de li gor tespîtên ewil 30 kes mirin û ji 70yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li herêma li navenda bajêr a ku otomobîlên parkkirî lê bûn li pêy hev 4 teqîn çêbûn. Di bûyerê de li gor tespîtên ewil 30 kes mirin, ji 70yî zêdetir kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.
Ji ber tesîra teqînê avahiyên der û dorê zirar dîtin.
Rayedar diyar dikin dibe ku teqîn bi wesayîtên bombebarkirî hatibin kirin.