Ahmet Karaahmet
26 Mijdar 2025•Rojanekirin: 26 Mijdar 2025
Li bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê teqîneke tund çêbû.
Li beldeya Kefertaharîmê ku dikeve bakurê bajarê Îdlibê, ji ber sedema ku hê nayê zanîn, dengê teqîneke tund hat bihîstin. Piştî teqînê ji herêmê dû rabû.
Hê tu agahî nehatiye dayîn bê ka di bûyerê da kuştî yan jî birîndar hene yan na.
Ekîbên parastina sivîlan sewqî herêmê kirin.
Der barê teqînê da hê tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.