Mümin Altaş
26 Mijdar 2025•Rojanekirin: 27 Mijdar 2025
Serokê Dewleta Vatîkanê û Rêberê ruhanî yê Katolîkan Papa Leoyê 14emîn wê sibê bê Tirkiyeyê.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê ragihand ku Papa Leoyê 14emîn wê li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di navbera 27-30ê Mijdarê da serdaneke fermî ya ji bo Tirkiyeyê bike.
Duran anî ziman ku di hevdîtinan da ji bilî têkiliyên Tirkiye-Vatîkanê, meseleya Filistînê, mijarên herêmî û cîhanî wê bên axaftin.