Abdullah Tel
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ÎSTANBUL
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed ên ku di du rojên dawîn da li Xûtaya Rojhilatê qewimîn 167 sivîl hatin kuştin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Xûtaya Rojhilatê ye da, rejima Esed û piştgirên wî duh ji serê sibehê vir va ji beja û hewayê va êrîşî ser bajarokên Duma, Haresta, Hammuriye, Mîsraba, Merc, Sakba, Cisrin, Kefer Batna, Ayn Terma, Şîfoniyye û Beyt Savaya li ser Xûtaya Rojhilatê ne dikin.
Li gor çavkaniyên Parastina Sivîl duh 88 îro jî 79 di du rojên dawîn da bi tevahî 167 sivîl hatin kuştin.
Di êrîşên duh hatin lidarxistin da li Hammuriyeyê 20, Beyt Savayê 18, Hizzayê 11, Sakbayê 14, Misrabadê 6, Otayayê 7, Cîsrînê 4, Neşşebiyyeyê 3, Dumayê 3, Zemelkayê kesek û li Şîfoniyeyê jî kesek hat kuştin.
Di êrîşên bejayî û hewayî yên îro da jî li Mercê 34, Beyt Savayê 27, Arbînê 7, Mîsrabayê 7, li herêma El Eşariyeyê 2, li Zemelkayê kesek û li Sekbayê jî kesekî sivîl hatin kuştin.
Ji ber ku êrîş bênavber didomin, fikara zêdebûna hejmara miriyan zêde bibe.