Elif Orhan
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
EFRÎN
Komên terorîst ên hewl didan ku dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji bo ku piştgiriyê bidin YPG/PKK-DEAŞê hewl didan ku bikevin Efrînê li ser gulebarana topavêj ji herêmê paş de vekişiya.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên ewledar ên li herêmê ragihandin komên terorîst ên piştgirê rejimê yên armanca wan ew bû ku dijî Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê li navçeya Efrînê ya sînorê Sûriyeyê yê Tirkiyeyê dikin piştgiriyê bidin terorîstên YPG/PKK-DEAŞê dora saet 17.00ê ji herêma Nûbûl Zehra a li başûrê Efrînê derketin rê.
Komên terorîst ên ku bi konvoya 20 wesayîtî ya ku tê de wesayîtên bizirx û kamyonetên bi Doçka jî hene re hereket kirin hewl dan ku bikevin axên Efrînê û pêş bikevin.
Lê belê wê navberê de ji bo hişyariyê guleyên topavêj avêtine ser komên terorîst. Guleyên topê îsabetî wesayîtên di konvoyê de nekirin.
Konvoy li ser gulebarana hişyariyê 10 kîlometro dûrî Efrînê mecbûr ma ku paş de vekişe.
Komên terorîst ji sînorên Efrînê dûr ketin.
Hat hînbûn ku hereket û tevgera komên terorîstan yên ji herêmênên din ên Helebê, ber bi Efrînê ve, tên şopandin.