LUBNAN
Li mizgeftên Takva û Selama Trablûsa bajarê Lubnanê teqîn pêk hatin. Di van her du teqînên tund de li gor destnîşanên ewil 3 jê zarok 8 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên herî dawî, hejmera miriyan derket 27an û hejmara birîndaran jî gihişte 352 kesan.
Tirsa herî mezin ew e ku hejmara miriyan zêde bibe. Teqîn piştî nimêja înê dema ku gel ji mizgeftê derdiketin pêk hat.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên herêmê ji bo çûn û hatinê destûrê nadin.