İSTANBUL
Hat diyarkirin ku rejîma Esed çekên kîmyewî yên li Şama paytextê Sûriyê bi kar anî û di encamê de zêdetirî hezar û 360 mirovî mirin, ewil di sala 1973an de ji Yekîtiya Sovyetan sitandiye û di sala 1980an de jî dest bi hilberînê kir. Hat îdiakirin ku niha li herêmên cuda cuda 4 karxaneyên çekên kîmyewî, 2 cebilxane û yek jî laboratûwara birêvebiriya Sûriyê heye.
Koalîsyona Hêzên Neteweyî Şoreşger û Mûxalifên Sûriyê (KHNŞMS) duh, der barê bikaranîna çekên kîmyewî û potansiyela çekên kîmyewî yên rejîma Esed de raporek amade kir. Li gorî rapora ku AAyê bi dest xist, Sûriye çekên kîmyewî yên ewil di sala 1973an de ji Yekîtiya Sovyetan sitand û di sala 1980yan de jî dest bi çêkirinê kir.
- Hejmara bombeyên kîmyewî
Tê îdiakirin ku Sûriye xwediyê bernameyên çekên kîmyewî yên gaza sarîn û Îprîtê (xerdela Sulfur) ye. Hat diyarkirin ku rejîma Sûriyê xwediyê ku piraniya wan bi gaza sarîn dagirtî çend hezar bombe û 50 - 100 heb jî fuzeyên balîstîk û guleyên topan e.
- Pisporê şerê kîmyewî têdigihîne
Serbaz Abdusselam Abdurrezzaqê pisporê ''şerê kîmyewî û biyolojîk'' yê ku ji artêja Esed veqetiya got ku laboratûwar tenê yek e û ew jî li herêma Adrayê ye. Abdurrezzaq da zanîn ku cebilxaneyên rejîmê gelek in û di cebilxaneyan de jî çekên kîmyewî yên mirovan felç dikin, gazên kujer, gazên ku dibin sedema bêhnçikandinê hene.
Abdurrezzak diyar kir ku duh li herêma rojhilata Gûtaya Şamê rejîma Esed gelek çekên kîmyewî bi kar anî.