07 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Hezîran 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li Til Ebyada Sûriyeyê terorîstekî PKK/YPGyî yê ku amadehî dikir bi motorsîkleta xwe ya bombebarkirî va êrîşî sivîlên bêguneh bike, birîndar hat girtin.
Li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî wiha hat gotin: "Li Til Ebyadê terorîstê PKK/YPGyî yê amadehî dikir bi motorsîkleta xwe ya bombebarkirî va êrîşî sivîlên bêguneh bike, ji hêla qomandoyên me va birîndar hat girtin."
Hat gotin teqemeniya desteçêkirî, mayîn û alavên di çenteyê terorîst da bûn hatin îmhekirin.
Wêneyê teqemeniyê jî di peyamê da hat parvekirin.